Hûsiyan: Me bace li ser keştiyan ferz nekiriye

Hûsiyan ragihandin ku wan bace li ser keştiyên li deryay Sor û tengava Bab El Mendebê ferz nekiriye û têkildarî hevpeymaniya deryayî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî jî hişyarî da.

Hûsiyan: Me bace li ser keştiyan ferz nekiriye
31 tîrmeh, 2026   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensarullah El Hûsî ya Yemenî ragihand ku wan tu bace li ser keştiyên li deryaya Sor û tengava Bab El Mendebê ferz nekiriye. Hûsiyan îdia kir ku tevgera navîgasyona herêmê bi tevahî ewle ye.

Wezareta Karên Derve ya Hûsiyan hevpeymaniya parastina ewlehiya deryayî ya ku bi beşdariya bi dehan welatiyan ji aliyê Erebistana Siûdî ve hate ragihandin wekî "Krîza dîrokî ya Erebistana Siûdî" pênase kir. Wezaretê destnîşan kir ku hebûna leşkeran li deryaya Sor dibe ku bibe sedema bê istiqrariyê û bandorê li tevgera navîgasyonê bike.

Hûsiyan got, "Dorpêç Erebistana Siûdî dike hedef". Her wiha bang li welatên ku beşdarî hevpeymaniyê bûne ku li pey Siûdiyê neçin.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî duh ragihandibû ku 14 welatan piştgirî dane damezrandina hevpeymaniya xurtkirina ewlehiya deryayî û parastina navîgasyonê li Bab El Mendeb, deryaya Sor û kendava Edenê.

(bb)