`Bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê komployê vala derxînin`

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê bi pêkanîna azadiya fizîkî ya rêber Apo, misogerkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan, komploya navneteweyî vala derxînin.

`Bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê komployê vala derxînin`
14 sibat, 2026   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 27`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku 15‘ê Sibata 1999‘an pêk hatibû daxuyaniyek nivîskî dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên navneteweyî yên hegemon û hevkarên wan ên li Rojhilata Navîn ji bo karibin planên xwe yên li ser herêmê bê astengî pêş bixin, li hember Rêbertiya me komployeke di cîhanê de mînakên wê nînin kirin meriyetê.

Rêbertiya me bi fikir, felsefe, bîrdozî û têkoşîna xwe gelê Kurd ê ber bi tinebûnê ve diçû rakir ser piyan. Gelên herêmê û jinên bi hesreta jiyaneke azad bûn jî ji vê têkoşînê bandor bûn. Ew hêzên komploger ên ji mirovên difikirin û tehlîl dikin ditirsin, xwestin di şexsê Rêbertiya me de Kurdên azadîxwaz, serwext û dostên wan ên şoreşger bi temamî bêdeng bikin û ji holê rakin.

Bêguman ew Hêzên hegemon û hevkarên wan ên hê jî li ser Rojhilata Navîn plan û projeyên bi xwîn pêş dixin, ev komployê didomînin. Êrîşên ji 6’ê Çileyê ve li hember herêmên Rêveberiya Xweser hatin destpêkirin jî parçeyek ji vê konsepta nexêr e.

Gelê Kurd ê bi fikir û ramanên Rêber Apo bi dehan şoreşên zîhnî ava kirin û pêş xistin, li hember wan êrîşan, li hemû parçeyên welêt bi ruhekî neteweyî bertekên xwe diyar kir. Ji hêzên ewlekariyê heya şervanên QSD’ê û YPJ’ê li hember van êrîşên nemerd ên weke duyemîn komploya 15’ê Sibatê pêş ketin berxwedaneke herî pîroz hat meşandin.

Em weke gaziyên şer diyar dikin ku li hember her cure êrîşên li ser nirxên me ê berxwedanê bilind bikin.

Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo, misogerkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan em ê bermahiyên komploya bêbext bi temamî ji holê rakin.