Hêzên hikumeta veguhêz xeracê ji ajokaran distînin

Hêzên hikumeta veguhêz ku li Dêr Hafirê rêya Heleb-Reqayê girtiye, beramberî ku erebe derbas bibin, xerace ji ajokaran distînin.

Hêzên hikumeta veguhêz xeracê ji ajokaran distînin
27 îlon, 2025   15:43
HELEB

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li nêzî bajarê Dêr Hafirê rêya Heleb-Reqayê girt. Hêzên hikumetê bi girtina rê re, li ber tevgera trafîk û derbasbûna kamyonan di navbera Heleb û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî girt.

Ajokarekî ku li ser rêya Heleb-Dêr Hafirê asê maye, ji ajansa me re diyar kir ku endamê komên girêdayî hikumeta veguhêz beramberî derbasbûna her erebeyekê 100 dolarî dixwazin.

Ajokar destnîşna kir ku kiryarên endamên hikumeta veguhêz mîna yên endamên Firqeya 4’an a rejîma Baasê ne.

(bb)

ANHA