Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 2 endamên me birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di êrişeke komeke terorîst de 2 endamên wan birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 2 endamên me birîndar bûn
27 îlon, 2025   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku di saetên serê sibehê yên îro de, komeke çekdar li nêzî bajarokê Mehmîdeyê yê li rojavayê Dêrezorê êrişî erebeyeke hêzên wan kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di encama êrişa xayîn de 2 endamên hêzên me birîndar bûn. Hêzên me yên ewlehiyê tavilê dest bi temşîta herêmê kir û lêpirsîneke berfireh vekir ji bo ku sûcdaran radestî edaletê bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de fermandariyê destnîşan kir ku “kiryarên terorîst ên bi vî rengî yên tirsonek dê me ji pêkanîna erka xwe ya parastina ewlehî û aramiyê û parastina gelê xwe li herêmê dûr nexin.”