Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Farûq Salih di encama qezayê de 1`ê Mijdarê li bajarê Reqayê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
4 mijdar, 2023   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya femrî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Endamê me Farûq Salih roja çarşemê 1’ê Mijdarê li bajarê Reqayê di encama qezaya trafîkê de gihîşt asta şehadetê.

Şehîd Farûq vê dawiyê tev li nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Berpirsiyariya wî li hember welatê wî hişt ku tev li nava refên hêzên me bibe. Ew endamekî durist û bi karê xwe re wefedar û dilsoz bû. Heta ku gihîşt asta şehadetê jî erka xwe bê kêmanî pêk dianî.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Farûq Salih

Navê Bav: Mihemed

Navê Dayikê: Ebîr

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Reqa/15.1.2023

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa/1.11.2023

(c)