Di şerê 2 malbatan de 7 kes hatin kuştin

Li bajarê Casim ê girêdayî parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyeyê di encama şerê 2 malbatan de 7 kes hatin kuştin.

Di şerê 2 malbatan de 7 kes hatin kuştin
4 mijdar, 2023   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji ber şerê di navbera 2 malbatên li bajarê Casim ê Derayê de 7 kes hatin kuştin. Hat zanîn şer ji ber doza xwînê derketiye.

Xelkê bajêr ji berpirsên hêzên hikumeta Şamê xwest ku destwerdanê bikin û rijandina xwînê rawestînin.

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê û bi taybet li Derayê, ji ber belavbûna çekan û komên çekdar bûyerên kuştinê dubare dibin.

(fr/c)