Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişan aşkera kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku artêşa Tirk a dagirker  di 12 saetên dawîn de 10 nuqte û bendên wan ên kontrolê kirine armanc.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişan aşkera kir
24 cotmeh, 2024   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya  êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 12 saetên dawîn ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve heya saet 12.00ˈan ê îro (Pêncşem 24 Cotmeh 2024) gundên tijî sivîlan, cihên xizmetguzarî û hejmareke nuqteyên ewlehiyê kirin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker bi guleyên obîs, hawan û çekên giran gundên Til Werd ê Rojava, Xirbe Şeîr, Rebîat, Tewîla, Til Tewîl, Til Kêfçî û Um El Kêf ê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran kirin. Dîsa gundên Um El Qura, Tinib, Til Rifet ên kantona Efrîn-Şehbayê bi 55 guleyên obîsan û 11 guleyên hawanan topbaran kirin.

Di heman demê de balafirên bê mirov ên bi çek û balafirên şer binesazî û cihên xizmetguzariyê yên li herêmê Cizîrê û Firatê bombebaran kirin.

Cihên hatine bombebarankirin wiha ne:

Stasyona ceyranê ya Amûdê, embara dixlûdan a li Qamişloyê, stasyona petrolê ya li Koçerat, stasyona sotemeniyê (2 caran), stasyona petrolê ya Seîda (3 caran), stasyona petrolê ya Oda (2 caran), firneya bajarê Amûdê, firneya bajarê Dêrikê, stasyona ceyranê ya Kobanê (3 caran), stasyona petrolê ya Rimêlanê (10 caran) hatin bombebarankirin. Li Qamişlo, Dêrik û Kobanê 8 karegehên sivîlan hatin bombebarankirin.

Balafirên bê mirov ên bi çek  li kantona Firatê 4 nuqte û rêbendên kontrolê yên hêzên me û li kantona Cizîrê 6 nuqteyên hêzên me kirin hedef.

Di encama van êrişan de 2 jê zarok 12 kes şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonên Cizîrê, Firatê û herêmên Şehbayê dewam dikin.

Em dê bi hemû hêza xwe ji her demê bêtir erka xwe ya spandina ewlehiyê û parastina welatiyan bidomînin."

(bb)

ANHA