Di encama êrişan de stasyona elektrîkê ya Kobanê rawestiya

Desteya Enerjiyê ya kantona Firatê ragihand ku stasyona enerjiyê ya bajêr di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de rawestiya.

Di encama êrişan de stasyona elektrîkê ya Kobanê rawestiya
24 cotmeh, 2024   14:27
KOBANÊ

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ji duh ve bi dijwarî bajarê Kobanê, navendên giştî û yên xizmetguzariyê û stasyona kehrebeyê ya bajêr bombebaran kirin û di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.

Desteya Enerjiyê ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku stasyon bi temamî rawstiya.

Hevseroka desteyê, Eşye Nasir daxuyanî bi beşdariya endamên desteyê li pêşiya Navenda Elektrîkê  ya bajêr xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Duh piştî nîvê şevê û vê sibê, dewleta Tirk binesaziya herêmê, stasyona veguhastinê 66/20 kva ku kehrebe dide bajêr û gundan bombebaran kir û di encampê de stasyon rawestiya."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev cara duyemîn e dewleta Tirk stasyona veguhastinê bombebaran dike û ev êriş nîşan didin çiqas dewleta Tirk dijminatiya gelê me dike.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve bike û aramiya herêmê têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker topbarankirina deverên cuda yên kantona Firatê bi çekên giran û balafirên bêmirov didomîne. Tevgera balafirên bêmirov jî li asîmanê kantona Kobanê berdewam e.

(şx/k)

ANHA