Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 çeteyên DAIŞ′ê girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di operasyoneke taybet de6 endamên şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li rojavayê Dêrazorê girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 çeteyên DAIŞ′ê girtin
22 cotmeh, 2023   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan  hêzên wan di operasyoneke taybet de 6 endamên şaneyeke DAIŞ`ê li rojavayê bajarê Dêrazorê girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên me yên taybet 22`yê Cotmehê, danê sibê li rojavayê bajarê Dêrezorê, di operasyoneke taybet de şaneyeke DAIŞ`ê ji hev kirin û 6 çeteyên ku beşdarî êrişên terorîst bûne, girtin.

Piştî lêkolîn û xebatên komkirina agahiyan yên ku ji aliyê hêzên me yên Dezgeha Ewlekariya Giştî ve der barê şaneyên DAIŞ`ê yên ku di bûyerên kuştinê û teqemeniyan de cih digirin, tevî yên ku di ajansên ragihandinê yên girêdayî rêxistina çete ya DAIŞ`ê de kar dikin, hêzên me yên HAT`ê cihê çeteyan tesbît kir û di operasyoneke serketî de, 6 çete girtin, çek û cebilxaneyên bi wan re desteser kirin:

-2 Çekên kilaşînkov

- Çeka Birno 1

-Çeka nêçîrê 1

-4 rext û 2 malikên damanceyan

-2 Çekên spî

-Damanceyek 9M

-Cercûr 14

-Ala DAIŞ`ê

-2 Narincok

-Dûrbîn 1

-Mermiyên kilaşînkov û cebilxaneya PKC

Hêzên me li cihê ku bermahiyên çeteyan tên dîtin, şopandinê berdewam dikin, her wiha hêzên me bang li hemû gelê xwe dikin ku her tevgereke bi guman a ku aramî û ewlekariya herêmên me dike hedef, ragihînin.”