4′emîn Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir hat lidarxistin
Bi dirûşma ′Bi rihê berxwedana gerîla em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin û di cenga azadiyê de bi ser kevin′, 4′emîn Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir a çand û hunerê û werzîşê pêk hat.
4′emîn Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir a çand, huner û werzîşê li qada Şehîd a li bajarê Kobanê pêk hat. Mîhrîcan ji bo rojekê tenê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hat organîzekirin. Diviyabû mîhrîcan di 11′ê Cotmehê de hatiba lidarxistin û 2 rojan dewam kiriba. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hat paşxistin.
Di mîhrîcanê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê –Herêma Firatê, Mihemed Mehmûd axivî, qala şehîd Bawer û têkoşîna wî ya gihandina gelên herêmê ber bi aramiyê ve kir.
Mehmûd soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em ê bi îrade û israra xwe li hemberî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Şahiya me ya îro nameyek ji bo êrişkaran e ku em di rêya azadiyê de berdewam in û em ji tu kesî natirsin. Ev neviyên fkir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in."
Mihemed Mehmûd banga tevlêbûna pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Piştre koma Botan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê stan gotin û Koma Şîlan jî govend gerandin. Her wiha pêşberka kişkê, maratona biskîlêtan û lîstikek futbolê hatin organîzekirin.
Bawer Agir (Ehmed Akyoz) 13′ê Cotmeha 2019′an de bi encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bû.
(bb)
ANHA