Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar û Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren serdana rêveberiya nû ya Baroya Amedê kir.

Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir
26 cotmeh, 2026   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Prof. Dr. Mîthat Sancar û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren serdana rêveberiya nû ya Baroya Amedê a bakurê Kurdistanê kir. Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn û rêveberên baroyê pêşwazî li heyeta DEM Partiyê kir.

Heyeta DEM Partiyê û rêveberiya baroyê di serdanê de qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, serweriya hiqûqê û misogeriya hiqûqî ya çareseriya demokratîk kir û li ser van mijaran gotûbêj kir.