Helwesta Iraqê ya têkildarî desthilata Şamê û bandora Trump rojevên rojnameyên erebî ne

Pirs li ser wê yekê zêde dibin ka gelo dê Bexda rayedarên Şamê vexwîne lûtkeya Bexdayê ku biryar e di meha Gulanê de were lidarxistin. Her wiha derbarê plana Trump de.

 Helwesta Iraqê ya têkildarî desthilata Şamê û bandora Trump rojevên rojnameyên erebî ne
11 sibat, 2025   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî behsa beşdarbûna serokê desthilata Şamê Ebû Mihemed El Colanî di civîna Bexdayê de û daxuyaniyên vê dawiyê yên Trump ên der barê desteserkirina Xezayê de kirin.

‘ŞERÎ DÊ BEŞDARÎ LÛTKEYA EREBÎ YA LI BEXDAYÊ BIBE?’

Rojnameya El Ereb a Londonê pirsa beşdarbûna Ebû Mihemed El Colanî di civîna bilind a Bexdayê de kir ku dê di meha Gulanê de were lidarxistin û wiha nivîsand: “Bê guman hebûna serokê Sûriyeyê Ehmed El Şerî di civîna Bexdayê de, dê bibe sedem ku Iraq rûbirûyî krîzeke dîplomatîk bibe, bi taybet ji ber biryara girtina wî ya ku Iraqê derxistiye. Ev yek hikumeta Iraqê dixe rewşeke zehmet, di vexwendin û nevexwendina El Şerî de.”

‘JI BO FIROTIN Û KIRÊ’

Axaftina li ser hewldanên Trump ên ji bo desteserkirina Xezayê mijareke rojnameyan bû. Rojnama El Şerq El Ewset der barê mijarê de wiha nivîsand: "Serok Trump van fikrên xwe yên ku cîhanê matmayî dihêle û carinan jî ditirsîne, ji ku digire?”

Rojnameyê nivîsand: "Dixuye ku ev fikir ji mêj de bala birêz serok dikişîne û ew li ser pêşvebirina wê xebitî: li şûna tenê behsa aliyê beravê bike, çima behsa tevahiya Xezayê nake? Û mirov dikare vê meseleyê tev li projeya mezin bike; Kanada, Panama û Xeza. Çima na? Ma Vladimîr Pûtîn girava Qirimê nebir, niha ev 3 sal e ku Ukraynayê dibe?”

‘TRUMP Û HOLOCAUST: HÊSIRÊN TÎMSEHAN’

Rojnameya El Quds El Erebî jî wiha nivîsand: "Serokkomarê Amerîkayê nabîne sedema rewşa dilgirtiyên Îsraîlê, serhişkiya Netanyahu û israra wî ya têkbirina peymanên pevguhertinê yên berê bû. Wezîrê wî yê berê yê şer Yoav Galant bi xwe li vê yekê mikur hat û got heman lihevkirina niha, Hemasê di meha Tîrmehê de jî qebûl kiribû.”

(k)