Heftenama: Şam naxwaze welatekî nîştimanî ava bike

Di hin raporan de hate destnîşankirin ku siyseta hikûmeta veguhêz a Şamê şêwazê rêjîma Beas dûbare dike ku hêza xwe li şûna avakirina welat netewî ferz dike. Îsraîl jî hewl dide ku bi êrişan rola xwe li herêmê îsbat bike, her wiha Istenbolê der barê mijara Ukraynyayê de ti gav navêtiye.

Heftenama: Şam naxwaze welatekî nîştimanî ava bike
3 tebax, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Eerbiya di hefteya bûrî de mijara Sûriyê û rola Îsraîl li herêmê her wiha danûstandin li ser Ukraynayê nirxand.

ISRARA HIKUMETA VEGUHÊZ A DÛRXISTINA PÊKHATEYAN ZÊDE DIBE’

Rojnameya El Quds El Erebî di nivîsa xwe ya li ser krîza Sûriyeyê de, behsa polîtîkayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir. Rojnameyê bûyerên dawîn ên li Siwêdayê wek rojeveke di raporeke xwe de girt dest. Di raporê de hat gotin ku siyaseta hikumeta niha, berdewamiya rêbaza rejîma berê ya Sûriyeyê ye. Ew têgehên dewlet û desthilatdariyê ferz dikin. Hewldana hikumeta veguhêz ew e hegemonyayê ferz bike.

Rojname di rapora xwe de destnîşan dike hikumeta niha xwedî karektereke selefî-cîhadîst e. Prensîba lihevkirina neteweyî red dike û di dûrxistina pêkhateyên cihêreng ên gelê Sûriyeyê de israr dike. Rewşa li Siwêdayê tê kirin û beriya wê li Ceramana û Eşrefiye Sahnaya, her wiha komkujiya li perava Sûriyeyê van rastiyan nîşan dide.

Li gorî rojnameyê koma desthildar a li Sûriyeyê bi tena serê xwe çarenûsa welat girtiye. Di heman demê de şeklê dewletê, têkiliyên wê yên navdewletî û sîstema wê ya aborî û civakî jî bi heman rengî ye. Bîrdoziya xwe ya teybat û nerîna xwe ya li ser esasê têkiliya hakim û mehkûm pêk tê. Ev rêbaza wan bi milyonan welatiyên Sûriyayê li ser esasê olî, çandî û mezhebî paş guh dikin.

GELO ÎSRAÎL POLÎSÊ NÛ YÊ HERÊMÊ YE?’

Rojnameya Şerq El Ewset bi vê sernavê "Gelo Îsraîl polîsê nû yê herêmê ye?" behsa veguherîna mezin a rola herêmî ya Îsraîlê ya piştî êrişên 7ˊê Cotmehê kir û destnîşan kir ku Îsraîl êdî ne di cihê xwe yê parastina klasîk de ye, lê îro hewl dide roleke êrişkirinê ya aktîf di jinûveavakirina dîmeneke jeosiyasî di Rojhilata Navîn de bilîze.

Di rapora rojnameyê de hat diyarkirin ku hilweşîna hêzên klasîk ku gefên yekser li Îsraîlê dixwarin wek pergala Sedam Hisên û Beşar Esed û qelsbûna serweriya Îranê ya ji ber derbeyên dawîn ên Îsraîlê li dijî şiyanên wê yên li Sûriye û Lubnanê firseteke dîrokî li pêş Îsraîlê vekir ku ji nû ve stratejiya xwe pênase bike. Lê ne wek dewletekê hewl dide sînorê xwe biparêze, lê wek hêzeke aktîf a bingehîn û ewlehî li herêmê.

Raporê bi bîr xist ku li pêş Îsraîlê du îhtîmalên sereke hene; yan xwe weke hêmaneke îstîqrarê ava bike yan jî bi dewletên Ereb re tev li têkiliyên aştiyê bibe û dibe ku ev bi xwe re salên şer û boykotkirinê bi dawî bike. Yan jî Îsraîlê hewl bide hegemoniya xwe ya herêmî ferz bike û di wê yekê de sûdê ji xurtbûna xwe ya leşkerî û jevxistina erebî wergire.

DAN Û STANDIN KETIN RÊYEKE GIRTÎ’

Rojnameya El Xelîc li ser têkçûna gera sêyemîn a dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku li Stenbolê pêk hat, nivîsî.

Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standin ketin rêyeke girtî ku nayê vekirin. Ji ber ku tu alî naxwaze tawîzan bide, her wiha Moskov li ser erdê destkeftiyan bi dest bixe, ew bi sebr e û bawer e ku ew naşikê. Ukrayna jî hîna baweriya xwe bi piştgiriya welatên rojavayî tîne ku bikare li ber xwe bide.

(ac)