Dagirkeran derdora stasyona kehrebê ya El Curniye bombebaran kir

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker derdora stasyona kehrebê ya bajarokê El Curniye bombebaran kir.

Dagirkeran derdora stasyona kehrebê ya El Curniye bombebaran kir
4 ÇILE, 2025   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji kantona Tebqayê dane, beriya çend kêliyan balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker derdora stasyona kehrebê ya bajarokê El Curniye yê girêdayî kantona Tebqayê ku dikeve gundewarê başûrê Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Nûçegihan da zanîn ku 5 caran bênavber derdora stasyon hat bombebarankirin. Her wiha nûçegihan diyar kir ku di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûne. Di 2ˋyê Çileyê de balafirên dewleta Tirk a dagirker firna heman bajarokî bombebaran kiribû û zirarên madî çêbûbûn.

(fr)