Gelên herêmê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin. Gelê herêmê li hember êrişan banga yekitiyê kir û bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

26 cotmeh, 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê didomin, gelê herêmê li hember êrişên qirkirinê çalakiyan li dar dixe.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê li hember êrişan li Qada Jina Azad xwepêşandanek li dar xist.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê meşiyan.

HESEKÊ

Li Hesekê jî Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji pêşiya navenda partiyê ya li Hesekê meşiyan. Bi dehan endamên meclisê tev li çalakiyê bûn.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Rêveberiya Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê daxuyaniyek da.

KAMPA WAŞÛKANÎ

Li Kampa Waşûkanî daxuyaniyek hate dayîn.

AMÛDÊ

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

QAMIŞLO

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da.

Her wiha rêxistinên civaka sivîl li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê çalakiyeke protestoyî li dar xist û di çalakiyê de daxuyanî da.

KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ

Koordînasyona Partiyan a kantonê li qada bazarê ya gundê Babnisê daxuyaniyek da.

REQA

Li Reqayê, Kongreya Îslama Demokratîk, Desteya Kar û Barên Olî yên Tebqa û Reqayê 2 daxuyaniyên cuda dan.

KOBANÊ

Nivîsgeha Parastina Zarokan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.

Di tevahî çalakiyan de, êrişên dewleta Tirk a dagirker, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember wan êrişan hatin şermezarkirin û her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan hate kirin ku berpirsyarên xwe bi cih bînin û rê li pêşiya siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê herêmê bigirin.

Di daxuyaniyan de li hember êrişan, banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê hate kirin.

(şx)