Gel hate bombebarankirin

Welatiyên xwestin di êrişa ser navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ya Amûdê de destwerdana yekem li birîndaran bikin hatin bombebarankirin.

Gel hate bombebarankirin
26 cotmeh, 2024   15:03
AMÛDE

Îro saet 13:50`an de navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Amûdê û Saziya Minhacan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. 

Di encama êrişê de endamên hêzên ewlekariyê û welatî birîndar bûn.

Gelê Amûdê dema xwestin birîndaran xilas bikin û destwerdana lezgîn bikin ji aliye balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin.

Li gorî agahiyên nûçegîhana me gelek birîndar bûne.

Birîndar yekser rakirin nexweşxaneya bajarê Amûdê û Qamişlo.

Berdewamiya agahiyan tê…

ANHA