Gefên Îranê yên li dijî Îsraîlê didomin

Serokê olî yê Îranê Elî Xamîneî gef xwar ku Îsraîlê ceza bikin, piştî ku balyozxaneya Îranê ya li Şamê bombebaran kir.

Gefên Îranê yên li dijî Îsraîlê didomin
10 nîsan, 2024   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Elî Xamîneî got: "Divê Îsraîl bê cezakirin û dê were cezakirin. Ji ber ku êrişî balyozxaneya Îranê ya li Sûriyeyê kir."

Xamîneî bi boneya cejan Remezanê axivî û got: "Rejîma xirab şaşiyek kir û divê bê cezakirin."

Di encama wê êrişa Îsraîlê de, 2 rayedarên îranî hatibûn kuştin ku yek ji wan rayedarekî herî payebilind ê Îranê yê li Sûriyeyê bû û yê din endamê Pasdarên Îranê bû.

Îbrahîm Reîsî jî sêşemê destnîşan kiribû ku "êrişa tirsonak" dê bê bersiv nemînin.

(şx)