G7 amadebûna girtina tedbîrên pêwîst ji bo aramiya bazara enerjiyê ragihand

Wezîrên darayî û enerjiyê yên G7 ragihand ku ew amade ne tevahî tedbîrên guncaw ji bo misogeriya aramiya bazara enerjiyê bigirin.

G7 amadebûna girtina tedbîrên pêwîst ji bo aramiya bazara enerjiyê ragihand
30 adar, 2026   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên darayî û enerjiyê yên G7 diyar kir ku di çarçoveya hewldanên rûbirûbûna bandorên aborî yên ji ber şerê li Rojhilata Navîn de ew amade ne tevahî tedbîrên pêwîst têkildarî aramkirina bazara enerjiyê de bigirin.

Wezîran di daxuyaniyek hevbeş de got, "Em bi tevahî amade ne ku bi hevkarên xwe re hemû tedbîrên pêwîst bigirin, di nav de parastina aramî û ewlehiya bazara enerjiyê."

Wezîran anî ziman ku ew girîngiya xebata navneteweyî ya hevkarkirî ji bo kêmkirina bandorên neyînî û parastina aramiya aboriya giştî dizanin.

(ac/fr)

ANHA