Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku endamê wan Mihemed El Xelef di encama krîza dil de şehîd bûye.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
6 ÇILE, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser şehadeta endamekî xwe daxuyaniek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi xemgîniyeke kûr em şehadeta yek ji hevalên xwe radigihînin ku roja Duşemê êvara 5’ê Çileyê di encama krîza dil de gihaşt asta şehadetê.”

Fermandariyê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û diyar kir: “Em piştrast dikin ku fedakariya şehîdên me dê wekî çirayek bimînin ku rêya azadî û ewlehiyê ronî bikin û em ê erka xwe ji bo gelê xwe bi cih bînin û destkeftiyên wan biparêzin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Mihemed El Xelef
Navê Dayikê: Henan
Navê Bav: Xalid
Dîroka Jidayikbûnê: 2006
Dîroka Tevlêbûnê: 18 Tebax 2025
Dîroka Şehadetê: 5 Çile 2026