Encumena Ewlekariyê îro dê derbarê Îranê de bicive

Encumena Ewlekariyê ya Navneteweyî dê îro li ser daxwaza Îranê civîneke awarte lidar bixe û derbarê êrişên Îsraîlê li ser navendên nav Îranê gotûbêj bike.

Encumena Ewlekariyê îro dê derbarê Îranê de bicive
13 hezîran, 2025   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hin dîplomatan diyar kirin ku li ser daxwaza Tehranê Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê îro li ser êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê civînekê li dar bixe.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî di nameyekê de ji Encumenê daxwaza civînê kir û got, Îsraîl hemû xetên sor derbas kiriye û divê civaka navdewletî rê nede ku ev tawan bê ceza bimînin.

Iraqçî her wiha got: "Li gor maddeya 51 ya Peymana Netewên Yekbûyî mafê Îran yê cewherî yê xweparastinê heye û dê bi awayekî guncac bersiva van kiryarên tirsonek û neqanûnî bide."

Li gorî aala 51. mafê takekesî yan komî yê dewletan heye ku li hember her êrişeke çekdarî xwe biparêzin.

Îsraîl îro i êrişên berfereh ser Îranê pêk anî û got ku wê li navendên nukleerî, kargehên mûşekên balîstîk û serkirdeyên leşkerî xistiye û ev destpêka pêvajoyeke dirêj e ji bo rêgirtin li pêşxistina çekên nukleerî yên Tehranê.

(k)