'Em ˊCezayên Dîsplînêˊ qebûl nakin'

Şêniyên Dêrazorê tecrîd û ˊCezayên Dîsplînêˊ ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, şermezar kirin.

'Em ˊCezayên Dîsplînêˊ qebûl nakin'
22 gulan, 2024   02:35
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Dewleta Tirk a dagirker 'Cezayên Dîsplînêˊ yên din li dijî Rêber Abdullah Ocalan birîn, ku parêzer û malbat heta 6 meh din nikaribin Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Ji 25ˊê ADara 2021ˊê ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan yên wergirin.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sîham Silêman diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji ber tevahî gelên azadîxwaz ve tê dikoşe û wî banga azadiya jinan kir. Sîham wiha got: "Ruxmî hemû zehmetiyên ji 25 salan ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tên ferzkirin jî, hîna dewleta Tirk sûcên xwe dewam dike."

Sîham nerazîbûna xwe li hemberî ˊCezayên Dîsplînê" yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike nîşan da û got: "Ev kiryarekî nerewa ye. Dive dewleta Tirk van kiryarên derqanûnî û bihaneyên ku bi rêya wan rê li ber hevdîtina Rêbertî bi parêzer û malbatê re digire, rawestîne."

Sîham Silêman wiha domand: "Em tevgerên jinan bang dikin ku tecrîda li dijî Rêbertî bi dawî be. Bi saya Rêbertî herêm hat rizgarkirin. "

Her wiha, welatiyê bi navê Omer El Elî wiha got: "Em xelkê Dêrazorê bang dikin tecîrda li ser Rêbertî bi dawî be û bi fîzîkî azad be."

El Elî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêber Abdullah Ocalan yekane kesê ku fikra neteweya demokratîk nîşanî me daye, destek da biratiya gelan û jiyana hevbeş. Divê dewleta Tirk dan û standineke wiha bi Rêbertî re neke."

(mh)

ANHA