Dîcle Anter: Dema ziman nebe mirov nabe mirov

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got “Her çendî malbat li mal fêrî zarokên xwe bikin jî, lê pirsgirêka perwerdeyê heye. Bingeha ziman jî perwerde ye. Mijara ziman mijara mirovahiyê ye. Dema ziman nebe, mirov nabe mirov.”

Dîcle Anter: Dema ziman nebe mirov nabe mirov
13 mijdar, 2026   02:35
QAMIŞLO

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter ji bo beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn hat Rojavayê Kurdistanê. Dîcle Anter beriya destpêkirina mîhrîcanê serdana hinek dibistan û Zanîngeha Rojava kir û li ser perwerdeya bi zimanê kurdî bi xwendekar û mamosteyan re axivî.

Dîcle Anter ji ajansa me re diyar kir ku ziman ji bo Kurdan pir girîng e û wiha got: “Her çendî malbat li mal fêrî zarokên xwe bikin jî, lê pirsgirêka perwerdeyê heye. Bingeha ziman jî perwerde ye. Mijara ziman mijara mirovahiyê ye. Dema ziman nebe, mirov nabe mirov. Ji bo wê jî têkoşîna tê dayîn ji bo mirovahiyê ye. Ji ber wê jî divê mirov xwedî li zimanê xwe derkeve.”

(bî)

ANHA