Di rojnameyên erebî de trajedyaya Xezayê û pirsgirêka Filistînê

Rojnameyên erebî diyar kir ku ji ber bombebaran, kaos û nebûna çavdêriyê, li Xezayê lêgerîna xwarinê bûye xetereyek rojane, ku krîza mirovî girantir dike. Hate diyarkirin ku hejmara welatên ku dixwazin dewleta Filistînê nas bikin zêdetir dibe.

Di rojnameyên erebî de trajedyaya Xezayê û pirsgirêka Filistînê
4 tebax, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de rewşa jiyanî ya xelkê Xezayê û guhertina helwestên pir welatan der barê pirsgirêka Filistînê de nirxandin. 

’AGIR, TALANÎ Û KAOS XETEREYÊN KU KESÊN HEWCEDAR JI ALÎKARIYÊ BÊPAR DIKIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser rewşa trajîk a li Xezayê piştî nêzî du salên şer.

Rojnameyê destnîşan kir ku ji ber birçîbûna dijwar û hilweşîna pergala ewlehiyê, sivîl jiyana xwe dixin xetereyê da ku hinek xwarinê bi dest bixin. Her wiha da zanîn ku Îsraîl tê tewanbarkirin ku sivîlên li benda alîkariyê ne dikuje. Li aliyekî din hin çete derketine alîkariyên mirovî didizin  û bi bihayên zêde difiroşin.

Rojnameyê astengiyên ku Îsraîlê li pêşiya gihandina alîkariyan derdixin rexne kir û diyar kir ku Dezgeha Mirovî ya Xezayê ya ku ji hêla Îsraîlê ve tê piştgirîkirin, alîkariyên mirovî vediguherîne "dafkên mirinê."

TSUNAMIYA NASKIRINA FILISTÎNÊ

Rojnameya El Xelîc li ser guhertina bilez a helwestên navneteweyî ya der barê mijara Filistînê de nivîsî û ev nirxandin kir "Bêdengî êdî ne mimkun e. Nezelaliya siyasî jî êdî nayê qebûlkirin, bi taybet piştî şerê tunekirinê yê ku Îsraîlê li dijî xelkên bêparastin ên Xezayê pêk tîne. Ji ber vê yekê jî ne ecêb e ku Îsraîl ji gelek welatan ve weke tsunamiyeke navneteweyî were şermezarkirin, da ku zextê lê bikin ku şerê li Xezayê rawestîne. "

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku bi dehan welatên rojavayî û cîhana azad niha ber bi naskirina dewleta Filistînê ve diçin, ku hin ji wan wekî Almanya hevalbendên dîrokî yên Îsraîlê ne. Hate gotin, ji xwe Fransayê biryara xwe ya  naskirinê daye, Brîtanya nîşan daye ku eger  Îsraîl şerê xwe ranewestîne ew ê jî dewleta Filistînê nas bike.

Rojnameyê diyar kir  ku "şerê Xezayê bandoreke mezin kir, ji ber piştî nêzîkî du sal şerê wêranker, cîhan der barê Filistînê de bûye du beş.  Hewla Brîtanya, Kanada, Awusturalya û Newzîlanda ji bo piştgiriya dewletek Filistînî guhertinek mezin e. Tê zanîn ku têkiliyên  stratejîk, dîrokî û zimanî yên van welatan bi DYA’yê re hene, lewma ev helwesta wan tê wateya ku ew  polîtîkayên Washingtonê yên der barê pirsgirêka Filistînê de napejirînin. Wekî din, di nav Amerîkayê bi xwe de jî nerazîbûn heye. "

(k)