Di rojnameyên erebî de rexneyên li pêşniyara Trump û rewşa başûrê Lubnanê

Rojnameyên erebî diyar kirin ku li Xezayê piştî pêşniyara Donald Trump a ku Xezeyiyan bişîne Misir û Urdunê hêrs hat nîşandan. Hate destnîşankirin ku pêşniyar wekî hewldanek ji bo bicihkirina Filistîniyan li welatên derdorê hat şîrovekirin. Têkildarî Lubnanê jî rojnameyan diyar kir ku lubnanî hincetên Îsraîlê yên der barê başûr de red dikin.

Di rojnameyên erebî de rexneyên li pêşniyara Trump û rewşa başûrê Lubnanê
27 ÇILE, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêrsa Xezayiyan a li hemberî pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump û aloziya li başûrê Lubnanê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

ˈPLANA TRUMP A JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA MIROVÎ  YA LI XEZEYÊ MISIR Û URDUNÊ MATMAYÎ DIKEˈ

Serokê DYA’yê Donald Trump, gotibû ew dixwaze Filistiniyên li Xezayê “ji bo demekê” an jî “ji bo demeke dirêj” bişîne Misir û Urdunê.

Rojnameya El Ereb di rojevên xwe yên îro de cih daye vê mijarê diyar kir ku ev pêşniyar niyetên rastgirên tundraw ên Îsraîlê nîşan dide.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku şîrovekarên urdunî pêşniyara Trump wekî "helwesteke dijminane û gelekî xeternak li ser ewlehiya welatên hevalbendên Washingtonê, di heman demê de wekî hewldaneke ji bo jiholê rakirina doza Filistînê" dinirxînin.

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibêjin ku ev pêşniyar cewherê "peymana sedsalê " ye ku Trump di dema yekemîn a serokatiya xwe de gelek caran dianî ser ziman. Hate gotin " li gorî vê peymanê, bi armanca bicihkirina bi hezaran Filistîniyan parçeyek ji devera Sîna ya Misirê ya li beramberî Xezayê tê qutkirin û avahî lê tên, li beramberî vê yekê jî qezenciyên mezin ên aborî bidin Misirê."

ˈLUBNAN Û HINCETÊN ÎSRAÎLÊ YÊN TÊN REDKIRINˈ

Rojnameya El Xelîc jî der barê aloziya başûr Lubnanê de wiha nivîsî " Weke her car, Îsraîl hincetan derdixe da ku li gelek gund û bajaran bimîne. Îsraîlê bi îdiaya ku artêşa Lubnanê hîna li tevahiya herêma li başûrê Çemê Lîtanî belav nebûye û bi îdiaya ku hêz û çekên Hizbullah li vê herêmê mane, herî kêm 60 rojên din xwest da ku projeya xwe ya bi navê azadiya tevgerê temam bike. Bi vê hincetê jî daxwaz ji Washingtonê kir ku 60 rojên din bide wê. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, pêvajoya vekişînê ya qonaxî dê bi hemahengiya bi DYAˈyê re berdewam bike. DYAˈyê jî diyar kir ku dirêjkirina agirbestê li başûrê Lubnanê pêdiviyek e."

Rojnameyê aşkere kir ku, "lubnanî a ji kêliya yekemîn a îmzekirinê pabendî peymanê bûye wê hincetên Îsraîlê qebûl neke, nabe pêşî li vegera şêniyan a li gundên wan girêdana wan a bi erdê wan ve bê girtin. Tevî vê yekê jî lubnaniyên ku li hemberî dagirkeriyê sekinîn dizanin ku dibe mal tune bin wan hembêz bike. Duh jî li başûrê Lubnanê bûyerên mîna ya piştî sala 2006ˈan hatin dîtin."

Li gorî rojnameyê "Ji bo ku herêm ji xwîn û wêraniyeke zêdetir were dûrxistin, divê cîhan bi taybetî welatên garantorê rêkeftina agirbestê, berpirsyariya xwe bi cih bînin, li ber êrişan bigirin û artêşa Îsraîlê neçar bikin bila dimildest ji deverên Lubnanê yên dagirkirî vekişe."

(bb)