Di medyaya erebî de serdana El Şara ya Kendavê, dan û standinên Lubnanê û krîza Iraqê

Medyaya erebî nivîsî ku serdana Ehmed El Şara ya Erebistana Siûdî nêzîkatiyeke pragmatîk ji bo Kendavê û ji nû ve bicihkirina di nav cîhana erebî de nîşan dide. Di heman demê de, destpêkirina dan û standinên Lubnan-Îsraîlê di bin çavdêriya Washingtonê de rêyeke siyasî ya nû nîşan dide, tevî tevlihevî û helwesta Hizbullahê. Li Iraqê jî, pêvajoya avakirina hikumetê di nav zexteke zêde de berdewam dike.

Di medyaya erebî de serdana El Şara ya Kendavê, dan û standinên Lubnanê û krîza Iraqê
23 nîsan, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro bal kişand ser serdana serokê demkî yê Sûriyeyê bo Kendavê, dan û standinên rasterast di navbera Îsraîl û Lubnanê de û nakokiyên siyasî yên berdewam ên li Iraqê.

‘PRAGMATÎZMA SÛRIYEYÊ DI DEMA VEGUHERÎNAN DE’

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Ereb diyar kir ku serdana serokê demkî Ehmed El Şara ya bo Erebistana Siûdî, di destpêka gera Kendavê de, guhertineke aşkera di nêzîkatiya siyasî ya Şamê de nîşan dide ku li ser bingeha pragmatîzmê û ji nû ve bicihkirina di nav pergala erebî de ye.

Rojnameyê diyar kir ku hilbijartina Riyadê tiştekî ji protokolê wêdetir e, ji ber rola Riyadê ya girîng a di ji nû ve şekildana hevsengiyên herêmî de.

‘ASOYÊN DAN Û STANDINÊN RASTERAST DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El Xelîc li ser destpêkirina dan û standinên rasterast di navbera Lubnan û Îsraîlê de bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nivîsî.

Navbênkariya DYA’yê û destwerdana serokê wê bû egera agirbestê û vekirina rêya dan û standinan.

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn diyar kir ku agirbest şertekî bingehîn e ji bo her dan û standinekê, tevî dijwaryên berdewam, di serî de nakokiyên navxweyî, helwesta Hizbullahê, lawaziya agirbestê û binpêkirinên dubare.

‘ÊRIŞÊN IRAQÊ LI SER DEWLETÊN KENDAVÊ’

Der barê Iraqê de, rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser nîqaşa li ser rola komên çekdar ên girêdayî Îranê û diyar kir ku Iraq bi dijwariyeke dualî re rû bi rû ye, di navbera zexta DYA`yê û bandora zêde ya Îranê de. Rojnameyê destnîşan kir ku ev komên girêdayî Pasdarên Îranê, di nav toreke herêmî ya berfirehtir de dixebitin ku ji hêla kesayetên wekî Îsmaîl Qaanî ve têne birêvebirin.

‘NAKOKIYÊN JI BO NAMZETÊ SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ Û DERENGXISTINEKE NÛ’

Tora El Erebiye behsa nakokiyên berdewam di nav "Çarçoveya Hevrêziyê" de têkildarî destnîşankirina namzetê serokwezîriyê kir.

Ev krîz di demekê de ye ku DYA zextê dike ku şandinek darayî ya bi qasî 500 milyon dolarî bo Iraqê rawestand, ev jî hewldanek e ku Bexdayê neçar bike ku komên çekdar kontrol bike.

(k)