Di medyaya erebî de dîplomasiya avê ya di navbera Şam û Emmanê de

Medyaya erebî nivîsî ku çavkaniyên girîng, wekî rêyên deryayî, êdî ne tenê mijarên xizmetguzariyê ne, lê bûne amûrên ji bo avakirina hevsengiya hêzê. Her wiha aloziyên zêde yên li dora Tengava Hurmuzê guhertinek di naveroka nakokiya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê de nîşan didin.

Di medyaya erebî de dîplomasiya avê ya di navbera Şam û Emmanê de
14 nîsan, 2026   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser pêşketinên di krîza Sûriyeyê de û arîşeya têkildarî Tengava Hurmuzê nivîsî.

DÎPLOMASIYA AVÊ TÊKILIYÊN SÛRIYEYÊ-URDUNÊ NÛ DIKE

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Ereb nivîsî ku av ji çavkaniyeke xizmetguzariyê veguheriye amûreke siyasî ku têkiliyên di navbera welatan de nû dike. Rojnameyê destnîşan kir ku nêzîkbûna di navbera Sûriye û Urdunê de wek modeleke “dîplomasiya avê” derdikeve pêş.

Rojnameyê nivîsî ku amadebûna Şamê ji bo parvekirina çavkaniyên avê bi Emmanê re guhertinek di rêvebirina pirsgirêkên hevpar de nîşan dide, ji mantiqê kontrolê ber bi yê hevkariyê ve, bi taybet ji pirsgirkên ku ji ber guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyan derdikevin.

Her wiha destnîşan kir ku hewza Çemê Yarmûkê piştî ku bi dehan salan di navbera her du aliyan de bûye çavkaniya aloziyê, ji bo vê hevkariyê bû eksena navendî.

‘PIŞTÎ GOTÛBÊJÊN ALOZ ÊN LI ÎSLAMABADÊ DYA Û ÎRAN RÊ DIDIN DIYALOGÊ

Reutersê li ser pêşketinên dan û standinên di navbera DYA û Îranê de nivîsî û destnîşan kir ku dan û standinên asta bilind ên li Îslamabadê bêyî pêşveçûneke berbiçav bi dawî bûn, tevî berdewamiya kanalên diyalogê.

Ajansê diyar kir ku di nav atmosfereke aloz de gelek mijar hatin gotûbêjkirin, bi taybetî girtina Tengava Hurmuzê, bernameya nukleerî ya Îranê û cezayên navneteweyî, her du alî berî ku dan û standin rawestin nêzîkî rêkeftineke qismî bûn.

‘HURMUZ; TENGAVA FIKARA TEVAHIYA CÎHANÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser girîngiya stratejîk a Tengava Hurmuzê û wê wek qada pevçûna "jeo-aborî" dihesibîne, ji ber ku kontrola li ser rêyên deryayî di pevçûnên nûjen de bûye amûreke sereke ya zextê, ​ji ber ku ew rê bandorê li bazarên enerjiyê û bazirganiya cîhanê dikin.

(k)