Di Îlonê de zêdetirî 50 kes hatin revandin

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Îlonê de zêdetirî 50 kes li herêmên dagirkirî revandin.

Di Îlonê de zêdetirî 50 kes hatin revandin
1 cotmeh, 2024   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora meha Îlonê ya welatiyên ku li herêmê dagirkirî ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin, weşand.

1’ê Îlon

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê 3 Kurd revandin. Kesên hatine revandin ji gundê Sêmalka yê Mabeta ye û navên wan wiha ne: Ebdo Mihemed El Erac (35) ji gundê Omera yê navçeya Şera ya, Sureya Mihemed, Ehmed Heyder Cîlo (50).

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" şêniyê bi navê Ziyad Omer Hisên (43) ê ji gundê Meydanekê yê Şerayê revand.

Çeteyên "Sultan Murad" şêniyê bi navê Nûrî Mûsa Mûsa ji bajarê Efrînê revand.

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" welatiyê bi navê Welîd Mamo Mede (51) ê ji gundê Hemamê, li bajarê Cindirêsê revand. Aqûbeta Welîd Mamo nayê zanîn.

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Dilo Mihemed Dawud (38) ji pêşiya mala wî ya li nêzî Mizgefta Bîlal a li taxa Eşrefiyê revand û birin cihekî nediyar. Aqûeta Dilo nayê zanîn.

Çeteyên heman komên Welatê bi navê Mihemed Misto Şêx Gêlo (35) ji mala wî ya li nêzî Mizgefta Bîlal a li Eşrefiyê revand. Aqûbeta Şêx Gêlo hîna nayê zanîn.

4’ê Îlon

Çeteyên "Ewlehiya Siyasî" li gundê Dêr Belûtê yê Cindirêsê bi ser malên welatiyan ve girtin û hejmarek welatî revandin. Ji revandiyan Ehmed Mihemed Nûr Hebeş (47), Mistefa Tahir Ebdo (45), Îmad Ehmed Henan (25) û Nûrcan Mistefa Tahir Ebdo (22) hatin zanîn.

5’ê Îlon

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" li Bilbilê şêniyên bi navên Idrîs Hisên Henan (51), Henan Hisên Henan (39) revandin û birin cihekî nediyar e. Her du şênî dema ji Lubnanê gihiştin Bilbilê hatin revandin.

6’ê Îlon

Çeteyên "Çeyş El Wetenî" şêniyên bi navên Welîd Mistefa Şaban (40) û Xelîl Şêx Seydî yên ji gundê Badîna yê Mabetayê revandin û birin cihekî nediyar. Aqûbeta wan nayê zanîn.

7’ê Îlonê

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar .Li  gorî çavkanî navên kesên hatine revandin wiha ne: Selah Ehmed (50) ji gundê Sêmala Meydana yê bajarê Racoyê ye û Mihemed Mehmûd Osman (38) û Mehmûd Mehmûd Osman (43) ji mala xwe ya li taxa Eşrefiya ya bajarê Efrînê  hatin revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ferhad Hesen Reşîd (38) ê ji xelkê bajarê Şera ji pêş mala wî ya li rêya mazotê ya bajarê Efrînê revand .Beriya 2 mehan Ferhad bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatibû derxistin.

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" ciwanê bi navê Mihemed Reşîd Reşo (19) ê ji gundê Til Silor ê Cindirêsê revandin û birin baregeha îstîxbaratê ya li bajar. Aqûbeta Mihemed Reşo nayê zanîn.

8’ê Îlon

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" û "Ceyş El Şerqiye" avêtin ser gundê Miska Jorîn ê Efrîn û hejmarek welatî revandin. Ji welatiyên hatine revandin  Mihemed Henan Seydo (37), Hisên Ehmed Ebdullah Ede (37) û Elî Mihemed Menkawî (36) hatin zanîn.

9’ê Îlon

Çeteyên "Çeyş El Wetenî", Mistefa Osman Xelîl (44) ê ji gundê Eyn Hecer ê Mabetayê revand. Aqûbeta wî nayê zanîn.

Çeteyên ′Cebhet El Şamiye′ zarokê bi navê Mistefa Felah (15) ê ji gundewarên Şamê li bajarê Ezazê yê dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

10’ê Îlon

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" şêniyê bi navê Hîşam Hisên Xalid (37) li bajarê Efrînê û Îsam Ebdû Cemîl (30) ê ji Mabetayê revandin. Aqûbeta wan nayê zanîn.

11’ê Îlon

Çeteyên heman komê şêniyê bi navê Faris Xelîl ê ji eşîra Bobenayê li mala wî ya li bajarê Efrînê revandin û birin baregeha "Polîsên Leşkerî" piştre birin cihekî nediyar e. Aqûbeta Faris Xelîl nayê zanîn.

Çeteyên "Polîsên Sivîl" şêniyê bi navê Rêzan Mihemed Henan (42) ê ji gundê Eyn Dara yê rojavayê bajarê Efrînê revandin. Aqûbeta wî nayê zanîn.

13’ê Îlon

Çeteyên "Polîsên Sivîl" jina bi navê Mewlûda Mihemed Reşo (58), hevjînê wê Mihemed Reşîd Reşo (60) ên ji bajarê Cindirêsê, her wiha Mihemed Elî Ebdo Xelîl (40) yê ji gundê Kefer Sefrayê revandin û birin cihekî nediyar e.

15’ê Îlon

Çeteyên "Silêman Şah" li gundê Kaxirê êrişî  şêniyên ku li dijî pêkanênên wî çalakî li dar xistibûn, kir. Hejmarek jin û ciwan birîndar kirin û hinek din revandin. Ji revandiyan Îdrîs Hec Elî Ebû û Reşîd Henan hatin zanîn.

16’ê Îlon

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" şêniyên bi navên Mueyed El Elî û Mihemed El Elî yên ji bajarokê Newayê yê Derayê û Hesen El Hayik ê ji bajarê Helebê revandin.

17’ê Îlon Çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Mihemed Henan Henan (37) ji mala wî ya li taxa Eşrefiyê revand û birin cihekî nediyar. Aqûbeta Mihemed Henan nayê zanîn.

Çeteyên "Cebha El Şamiye" şêniyên bi navên Silêman Mehmûd Welîd (47) û Mihemed Mehmûd Menan (40) yên ji Bilbilê ne revandin û birin cihekî ne diyar. Aqûbeta her du revandiyan nayê zanîn.

18’ê Îlon

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mihemed Fadil Hisên (46) li taxa Eşrefiye revand. Aqûbeta Mihemed Fadil Hisên nayê zanîn.

21’ê Îlon

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Cemal Şêx Mihemed (43) li bajarê Ezazê revandin û birin cihekî ne diyar. Aqûbeta Cemal nayê zanîn.

22’ê Îlon

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" şêniyê bi navê Fewzî Xelîl Hesen (38) ê ji gundê Qurtqulaqê yê Şerayê li bajarê Efrînê revand. Aqûbeta Fewzî Xelîl Hesen nayê zanîn.

23’ê Îlon

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" û "Lîwa 112" şêniyê bi navê Mihemed Xaco (65) ê ji bajarokê Babata ye, li gundê Badîna yê Racoyê revandin. Aqûbeta Mihemed Xaco nayê zanîn

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Xelîl Yusiv Elî (43) ê ji şêniyên gundê Basûtê yê bajarokê Şêrawayê ji maleke li nêzî Dibistana El Edîqa ya Efrînê revandiye.

25’ê Îlon

Çeteyên "Polîsên Leşkerî"li bajarê Efrînê şêniyê bi navê Rêzan Mihemed Nûrî (49) ê ji Mabetayê revandin û birin cihekî nediyar. Aqûbeta Rêzan Nûrî nayê zanîn.

Çeteyên heman komî şêniyên bi navê Hesen Mihemed Osman (47), Heysem Bekir Hisên (43), Ziyad Hesen Cemo (41) û Mahir Mehmûd (39) li bajarê Efrînê revandin. Aqûbeta revandiyan nayê zanîn.

28’ê Îlon

Çeteyên ’El Emşat’ ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mabeta yê Efrînê 7 Kurd revandin û birin cihekî nediyar.  Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Îzet Bekir (45), Xebat Îzet Bekir (38), Beşar Zuhêr Hemade (25), Diyar Şêx, Basil Henan Çîçeko (26), Dilo Ehmed Mistefa (39) û Elî Mixtar (45) Aqûbeta revandiyan nayê zanîn.

(bb)