Der barê komploya navneteweyî de çalakiyên curbecur

Der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku armanc ji komployê şerkirina gelên hewl didin azadiya xwe bi dest bixin e.

1 cotmeh, 2024   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya nêzbûna 9ʹê Cotmehê, dîroka destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û derketina wî ji Sûriyeyê li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û Helebê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

TIL HEMÎS

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji gel, endamên partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Ereb re li hola navenda çandê ya li rojhilatê bajêr civînek li dar xist.

Rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk ya Qamişloyê Ebdulkerîm Sarûxan di civînê de li ser komploya navneteweyî ji dema derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê heta bi revandina wî li paytexta Kenya Nairobi axivî.

Saroxan wiha got: "Ji ber ku Rêbertî zimanê çareseriya siyasî û aştiyane ji bo doza Kurdî û krîzên Rojhilata Navîn li hember zimanê çekê tercîh kir ku ev jî nakeve xizmetê dewletên kapîtalîst û neteweperest ev komplo li dijî wî pêk anîn."

Saroxan diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komploya li dijî çareseriyên doza gelên li Rojhilata Navîn e.

Civîn bi siloganên ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ ûʹŞehîd namirinʹ bi dawî bû.

HELEB

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî bi sponseriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi sernavê ʹXwendina sedem û bandorên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalanʹ li kafîterya Telêt Heleb a li taxa Şêxmeqsûd semînerek da.

Hevserokê Malbendê Ehmed Bîrhat destpêkê axivî û got: "Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de pêk hatiye temamkirina qirkirina giştî ya li dijî Kurdan e. Hîna jî ev komplo dewam dike û dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û beşek ji Herêma Başûrê Kurdistanê dagir kirine."

Siyasetmedarê serbixwe Îsam Ezoz jî wiha got: "Ji ber ku Îsraîlê 10 milyar dolar wek qerz da Rûsyayê, rêveberiya Rûsyayê di komploya navneteweyî de bû hevkar e ku Rêbertî derbasî xaka wê nebe. Bi wê re Rûsyayê ruhê Lenîn ê şoreşgerî kuşt û berê xwe da pereyan."

Nivîskar Welîd Hebeş jî got: "Hegemoniya cîhanê mirovekî azad naxwazin, lê yekî dovik û kole dixwazin. Bi wê re her kesî ji bo azadiya mirovan tê bikoşe, mîna Rêber Abdullah Ocalan, dibe armanca wan."

Hebeş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di 2009ʹan de nexşerêya çareseriya doza Kurd û Filistînê li Rojhilata Navîn li gorî modela neteweya demokratîk pêşkêş kir. Lê dewletên cîhanê dixwazin şeran dewam bikin û van dozan çareser nekin.

(fr)

ANHA