Di êrişên Rûsyayê de 18 kes birîndar bûne

Hate ragihandin ku di êrişa dronên Rûsyaya ya li ser bajarê Odessa yê başûrê Ukraynayê de herî kêm 18 kes birîndar bûn ku zirarên madî li avahiyan bûn.

Di êrişên Rûsyayê de 18 kes birîndar bûne
30 nîsan, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, serokê rêveberiya leşkerî yê Odessayê Serhiy Lysak ragihand ku dronên Rûsyayê di vê hefteyê de cara duyemîn êrişî bajarê Odessa yê başûrê Ukraynayê kir, di êrişê de herî kêm 18 kes birîndar bûn û avahiyên niştecihan zirar dîtin.

Serhiy Lysak ku agahî li ser Telegramê parve kirin, diyar kir ku li navçeya Primorsky ya navendî ji ber êrişan zirarên mezin li avahiyên bilind ên niştecihan bûne û şewitîne.

Servîsên rewşên awarte jî ragihand ku dibe hejmara birîndaran zêde bibe û da zanîn ku di êrişa roja duşemê de 14 kes birîndar bûbûn.

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê duh êvarî saet 18.00'an mûşekeke balîstîk û 206 dron avêtine welêt û 172 ji wan hatine xistin an jî hatine bêbandorkirin. Her wiha diyar kir ku mûşekek û 32 dron li 22 hedefan xistine.

(bb)