Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê de 407 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê de 78 welatiyên Îranê, ji nav wan fermandarên payebilind ên Pasdarên Îranê û artêşa Îranê û zanyarên atomî hatin kuştin û 329 jî birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê de 407 kes hatin kuştin û birîndarkirin
13 hezîran, 2025   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Fars a Îranê da zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên dawîn yên li dijî Îranê de, 78 welatiyên Îranê hatin kuştin û 329 jî birîndar bûn.

Îro berbangê Îsraîlê êrişeke hewayî ya berfireh li dijî Îranê pêk anî. Di êrişê de kargehên atomî û baregehên leşkerî wekî kargeha Netenzê û navendên Pasdarên Îranê yên li Tehran û Esfehanê hatin hedefgirtin.

Di encama êrişan de fermandarên mezin ên Pasdarên Îranê û artêşa Îranê û zanyarên atomî hatin kuştin, ew jî ev in:

Fermandarê Pasdarên Îranê Husên Selamî, serokerkanê giştî yê hêzên çekdarî yên Îranê Mihemed Baqirî, fermandarê navenda leşkerî ya Xatem El Enbiya Xulam Elî Reşîd, fermandarê hêzên hewa-fezayî yên Pasdarên Îranê Emîr Elî Hace Zade, fermandarê hêza balafirên bêmirov ên Pasdarên Îranê Tahir Bor, fermandarê fermandariya hewayî ya Pasdarê Îranê Dawûd Şêxiyan û cîgirê serokerkanê giştî yê operasyonan ê artêşa Îranê Mehdî Rebanî (bi jin û zarokên xwe re).

Ji zanyarên atomî:

Profesorê endezyariya atomî Ehmed Rida Zûlfeqarî, zanyarên atomî Mehdî Tehrancî, Ferîdûn Ebasî, Ebdulhemîd Mînoşehir, Emîr Husên Feqhî û Metlebî Zade.

Her wiha şêwirmendê murşidê Îranê Elî Şemxanî jî birîndar bû.

(mh)