Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Dnipro yê Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin
25 nîsan, 2026   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên xwecih, di êrişa hewayî ya îro ya hêzên Rûsyayê ya li ser bajarê Dnipro yê Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê rêveberiya leşkerî yê herêma Dnipropetrovskê Olexandr Gania der barê mijarê de agahî li ser Telegramê parve kir û got tîmên rizgarkirinê cenazeyên 2 kesan ji bin kavilan derxistine, dibe ku 5 kes hîna di bin avahiyeke kavilkirî de asê mabin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî ragihand ku êrişên hewayî yên Rûsyayê yên şevê borî de kuştî û birîndar çêbûne. Zelensky banga xurtkirina parastina hewayî û lezandina cezayên zêdetir li dijî Moskovê kir.

(bb)