Di bîranîna şehîdên Qereçoxê de banga yekitiya neteweyî

Di merasîma bîranîna şehîdên Çiyayê Qereçoxê de banga bihêzkirina yekitiya neteweyî û daxwaza mîsogerkirina mafan di çarçoveyeke siyasî û destûrî de hatin kirin.

Di bîranîna şehîdên Qereçoxê de banga yekitiya neteweyî
25 nîsan, 2026   13:53
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê, tevî şervanên YPJ û YPG'ê û malbatên şehîdan berê xwe da Çiyayê Qereçoxê û 20 şehîd di salvegera şehadeta wan a 9'emîn de bi bîr anîn.

Li cihê êrişê merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hat lidarxistin. Di merasîma de piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd axivî.

Mihemed Seîd anî ziman ku kombûna li wir nîşana girêdana bi nirxên şehîdan û şopandina rêya wan e. Her wiha destnîşan kir ku parastina van nirxan faktora hêzê li hember êrişan e û got: "Çiyayê Qereçoxê berxwedana li hember êrişan îsbat kir. Dewleta Tirk di pêvajoyên cuda de hewl da ewlehiya herêmê têk bibe û Kurdan bê nasname bihêle.”

800

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Hediye Yûsif êrişa li ser çiyayê Qereçoxê wek êrişa li ser têkoşîna gelê Kurd bi nav kir. Hediye Yûsif destnîşan kir ku pêdiviya pêvajoya heyî bi xurtkirina yekitiya neteweyî û têkoşîna mîsogerkirina mafan di çarçoveya siyasî û destûrî de heye.

Hediya Yûsif di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê Kurd li hember polîtîkayên qirkirin û înkarê li ber xwe daye, di qonaxeke çarenûsî re derbas dibe û hebûna wan berhema keda şehîdan e. Her wiha banga parastina destkeftiyan, domandina xebata entegrasyonê, banga çareserkirina dosyaya dîlgirtiyan û radestkirina cenazeyên şehîdan kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(bb)

ANHA