Di êrişa Îsraîlê de zavayê Nesrallah jî di nav de 4 kes hatin kuştin

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Mazze ya Şamê de zavayê lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah jî di nav de 4 kes hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de zavayê Nesrallah jî di nav de 4 kes hatin kuştin
3 cotmeh, 2024   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî SOHR yê di êrîşa li ser daîreyeke apartmanê de ya li taxa Mazzeyê ku lîderên Hîzbûllah a Lubnanê û Muxafizên Şoreşê yên Îranê timî serdana wir dikirin, bû hedefa êrîşa Îsraîlê. Di êrîşê de zavayê Hasan Nasrallah, Hasan Cafer el Kasir, jineke ciwan, endamekî Hîzbûllahê û kesekî nasnameya ne diyar çar kes hatin kuştin.

Çavkaniyekî nêzî Hîzbûllahê ji AFP'ê re axivî û got, Hasan Cafer El Kasir birayê Cafer El Kasir bû ku ji veguhestina çekan a ji Îranê ber bi Lubnanê berpirsyar bû. Îsraîlê roja Sêşemê ragihandibû ku di êrîşeke li quntarê başûr ê Beyrûdê de Cafer El Kasir hatiye kuştin.

Li herêma Mazze ya luks, ofîsên mîsyonên dîplomatîk û Neteweyên Yekbûyî lê ne.