Di encama teqîna avahiyekê de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Li gorî dezgehên çapemeniyê ya Îsraîlê di encama teqîna avahiyekê li başûrê Lubnan, 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê ti agahiyeke fermî nehatiye parve kirin.

Di encama teqîna avahiyekê de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
5 tebax, 2026   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemaniya Îsraîlê diyar kir di encama teqandina avahiyeke bombebarkirî li bajarokê Mecdel Zon a başûrê Lubnanê, 2 leşkerên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Ev yek di dema pêkanîna operasyonekê ji hêla artêşê li herêmê ve pêk hat.

Platforuma bi navê “Hedşût Bezman” a Îsraîlî bi rêya bernameya Telegramê destnîşan kir ku avahiyê di dema ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê di hundirê wê de bû teqiya, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Platforumê da zanîn ku hêza hatiye hedefgirtin girêdayî Lîwaya 55`an e û ew avahi di bin kontrola beriya demekê ji pêkanîna teqînê di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye.

(sb)