Di 6 rojên şerê DYA-Îsraîlê û Îranê de çi qewimî? 

Şerê di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de dijwar bûye. Li Îranê 2 hezar baregeh bûne hedef û têkildarî berfirehtirbûna şer hişyarî têne kirin.

Di 6 rojên şerê DYA-Îsraîlê û Îranê de çi qewimî? 
5 adar, 2026   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê û Îranê ketiye roja 6`emîn. Şer dijwartir û berfirehtir dibe. DYA ji bêjahî û deryayî ve Îranê bombebaran dike û Îsraîl bi moşekan gelek navendên Îranê kirin hedef. Îran jî li beramberî êrişên bi moşekan baregehên DYA'yê yên li welatên Kendavê û Îsraîlê bombebaran dike.

Îro di saetên sibehê de Îranê bi moşekan bajarên Îsraîlê bombebaran kirin û li gelek bajarên Îsraîlê bi milyonan şêniyan xwe li stargehan girtiye. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, Îsraîl jî bi rêya sîstema hewayî ya parastinê moşekên Îranê yên li ser Til Avîve bê bandor dike.

Duh senatoya DYA’yê pêşnûmeya rawestandina êrişên hewayî yên DYA’yê yên li ser Îranê nîqaş kir. Pêşnûme rawestandina êrişên li ser Îranê ya endamên Partiya Komaparêz nehat qebûlkirin. Her wiha rê dan Donald Trump ku şerê li ser Îranê bi rê ve bibe.

ÊRIŞÊN BERFIREH LI SER KEŞTIYÊN ÎRANÊ

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) agahî da ku wan ji destpêka şerê li ser Îranê ve zêdetirî 30 keştiyên Îranê binav kirine.

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth got noqaveke DYA’yê keştiyeke şer a Îranê ya li peravên Srî Lankayê bi torpîlekê binav kiriye.

Li gorî berpirsên Srî Lankayê, bi kêmanî 89 cenazayên deryavanên Îranê yên di şer de hatine kuştin, ji deryayê derxistine.

Her wiha fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper ragihand ku hêzên DYA’yê ji destpêka şer ve li Îranê derdora 2 hezar baregeh kirine hedef. Di heman demê de got êdî keştiyên Îranê niha li Kendava Erebî, tengava Hurmuzê û Kendava Umanê nema tevgerê dikin.

‘ÊRIŞÊN BI MOŞEKAN ÊN ÎRANÊ KÊM BÛNE’

Serokê Desteya Erkanên Hevbeş a DYA’yê Dan Keane anî ziman ku êrişên Îranê yên bi moşekên balîstîk li gorî rojên detpêkê yên şer ji sedî 86 kêm bûne.

Têkildarî heman mijarê serokê DYA'yê Donald Trump ji Koşka Spî daxuyanî da û got welatê wî niha di rewşeke gelekî xurt de ye û fermandariya Îranê zû hildiweşe.

BI DIJWARÎ LI ÎRANÊ DIXIN

Paytexta Îranê Tehran li ser hev tê bombebarankirin. Bi taybet navendên hêzên çekdar ên li rojhilatê Tehranê hatin hedefkirin.

Pentagonê jî ragihand ku êrişên wan ên leşkerî di çarçoveya plana perava li başûrê Îranê di aliyê hewayî de têxin bin kontrola xwe û berfireh dikin û îdia kir ku ê vê planê berî dema diyarkirî pêk bînin.

Li Tirkiyeyê jî sîstema parastina hewayî ya girêdayî NATO'yê moşekeke balîstîk a Îranê ku hîna li Tirkiyeyê neketibû, anî xwarê.

HIŞYARIYÊN ÎRANÊ Û TEVGERÊN DÎPLOMATÎK

Berdevê Serfermandariya Giştî ya Îranê Fedil Şikarcî diyar kir ku eger balyozxaneya wan a li Lubnanê bibe hedef, ew ê hemû balyozxaneyên Îsraîlê yên li tevahiya cîhanê bikin hedef.

ÎSRAÎL: ME DESKEFTIYÊN DÎROKÎ BI DEST XISTIN

Hikumeta Îsraîlê jî îdia kir ku operasyonên hevbeş ên li gel DYA'yê yên li dijî Îranê deskeftiyên dîrokî bi dest xistin.

Berdevka serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu Shosh Bedrossian got: "Îsraîl û DYA'yê ji bo parastina hemwelatiyên xwe û cîhana pêşketî gelek pêşketinên mezin bi dest xistine.”

Shosh Bedrossian di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku planeke Îranê hebû ku êrişî Îsraîl û DYA’yê bike û dixwest li stargehên nû yên di bin erdê de bernameya xwe ya çêkirina çekên nukleerî jinûve ava bike, lew ra destpêkirina şer li dijî wê pêwîstiyek bû.

Her wiha serokwezîrê Kanadayê Mark Carney di civîneke çapemeniyê de li Canberrayê li gel serokwezîrê Awustralya re Anthony Albanese axivî û got, "ne dûre ew jî li kêleka hevalbendên xwe leşkerî tev li şerê li Rojhilata Navîn diqewimê, bibin.”

(np)