DFG`ê ji bo Silêman Ehmed bang kir

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bang li hikumeta Başûr jî kir ku aqûbeta Silêman eşkere bike, her wiha bang li raya giştî û ya cîhanê kir ku li hember revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve bêhelwest nemînin.

DFG`ê ji bo Silêman Ehmed bang kir
7 mijdar, 2023   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) der barê revandina edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê  Silêman Ehmed daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:

“Heta ku li cîhanê ji bo rojnameger û xebatkarên çapemeniyê şert û mercên ewle û azad neyê avakirin, mirov nikare qala çapemeniya azad û fikra azad bike. Bi taybetî li Rojhilata Navîn şensê jiyanê yê rojnamevanan ku karibe bi tenduristî karê xwe bike pir zor e. Li erdnîgariya Kurdistanê ev rewş bêtir dijwar e. PDK ku wekî tetîkkêşê rêveberiya faşizan a Tirkiyeyê tev digere, li Herêma Kurdistana Federal destûr nade ku li ser navê azadiya çapemeniyê tu nirx bi pêş bikeve û hemû qadên xebatê girtiye.

14 ROJ IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN

Herî dawî edîtorê Rojnewsê Silêman Ahmed, bi armanca malbata xwe ziyaret bike çû bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Silêman Ehmed dema di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federal, li sînorê Pêşxabûrê, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Silêman Ahmed nayê girtin.

Silêman Ehmed ku ji Rojava ye, 5 sal in li Herêma Kurdistana Federal jiyan dike û di Ajansa Rojnewsê de edîtoriya serwîsa Erebî dike. Ehmed, di 1’ê cotmehê de ji bo tevli şîna bavê xwe bibe û malbata xwe ziyaret bike çûbû Rojava. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federal. Dema bi nasnameya rojnamegeriyê ku destûr girtibû vegeriya li Sînorê Pêşxabûrê ya di kontrola hêzên PDK’ê de ye, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xist, di derbasbûna Silêman Ehmed a Başurê Kurdistanê de tu pirsgirêkên zagonî tune ne. Li gel vê rewşê PDK ew revand. Ji wê rojê û şûnde hem ajans û hem jî malbat tu agahiyê ji Ahmed nagire.

EM JI JIYANA SILÊMAN BIFIKAR IN

Bi qasî tê famkirin, em bi lîstikek qirêj a PDK’ê re rû bir û ne. Ev rêbaz û pekanîn ne rêbaza rêveberiyek ku ji xwe re bêje ez kurd im e. Eger mirov penase bike, ev rêbaza hêzên tarî ya JÎTEM’ê ye. Ev nayê qebûlkirin. Li Herêma Kurdistana Federal berê jî bi dehan caran mînakên bi vî rengî pêş ketine. Em bûn şahidên van mînakan. Bi taybetî li dijî rojnamegeran polîtîkayek pir xetar û qirêj tê meşandin. Bi vê rêbaz û van kiryaran azadiya çapemeniyê bin pê dikin. Em ji mînaka rojnamegerên hatin qetilkirin, heta rojnamegerên bi salan di binê zindanê de tên rizandin, dizanin ku PDK û rêveberiya Herêma Kurdistanê xwedî boçûnek qirêj e. Ji ber vê yekê em ji jiyana Silêman Ahmed bi fikar in.

NÊZÎKATIYA PDK'Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN

Wekî her car em dubare dikin; divê rojnamevan her dem û li her qadê di şert û mercên ewle û azad de karibin erk û karê xwe pêk bînin. Bi taybetî divê mafê wan ê jiyanê bê mîsogerkirin. Em wekî rojnamevanên ku li Tirkiyeyê gelek caran di aliyê ewlehî û azadiya çapemeniyê de pirsgirêkan dijîn, diyar dikin ku nêzîkatiya PDK’ê ku ji zordariya rêveberiya tirk ne cudatir e û nayê qebûlkirin.

BERPIRSYAR PDK Û RÊVEBERIYA HERÊMA KURDISTANÊ YE

Ji ber vê yekê em bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin; demek beriya demekê der barê aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed de raya giştî agahdar bikin. Dîsa Ehmed birine ku divê bilez wî serbest berdin. Dijberî vê yekê her çi geşedan û bûyerek neyînî ya di der barê Ehmed de pêş bikeve, dê rêveberiya PDK’ê û Herêma Kurdistanê berpirsiyarê vê yekê be. Bi vê wesîleyê em bang li hemû raya giştî û ya cîhanê dikin ku li dijî vê pêkanîna PDK’ê ya li dijî Silêman Ehmed de bêdeng neminin û helwestê nîşan bidin.”