Dewleta Tirk şîrketa Lavraj, Eyn Îsa û Girê Spî bombebaran kirin

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker şîrketa çîmentoyê ya Lavraj a li bajarokê Çelebiye yê kantona Firatê bombebaran kir. Her wiha careke din gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî topbaran kirin.

Dewleta Tirk şîrketa Lavraj, Eyn Îsa û Girê Spî bombebaran kirin
26 cotmeh, 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

 Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker du caran şîrketa çîmentoyê ya Lavraj a bajarokê Çelebiye yê kantona Firatê bombebaran kir.

Hemwextî wê, dewleta Tirk û çeteyên wê gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî topbaran kirin.

Di topbaranê de, depoyên Eyn Îsayê, kampa Eyn Îsayê, gundê Seyda, Elîmat, Dewalîb, Şêx, Xalidiye, Hoşan, Dibis û Cideydeyê hedef girtin.

Ji şeva çarşemê ve, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov, balafirên şer û tankan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran û topbaran dike. Di encamê de 17 şênî şehîd bûn û 63 kes jî birîndar bûn. Bi dehan navendên xizmetguzariyê û binesaziya bajêr rawestiyan.

(şx)

ANHA