3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di êrişa li ser Amûdê de 3 endamên wan birîndar bûne.

3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
26 cotmeh, 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji saet 10.00ˈan ve daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê ev dever hatin bombebarankirin:

“ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tinib, Ebîn, Soxanekê, Hirbil, Eqîbe, Bênê, Til Qirah, Bêlûniyê, Kefer Garis, Til Rifetê bi 56 topan û dronekê bombebaran kirin.

AMÛDÊ

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk gundê Çûlî yê bajarê Amûdê bombebaran kir. Her wiha navenda hêzên me 2 caran li pey hev bi balafirên bêmirov ên biçek bombebaran kirin. Di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn. Dema ku şêniyan birîndar radikirin, balafira bêmirov a biçek cara sêyemîn êriş pêk anî, di encamê de 4 sivîlên ku birîndar radikirin, birîndar bûn.

TIL TEMIR

Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek li Til Temirê embareke welatiyan bombebaran kir. Her wiha gundê Exîbiş ê tijî şênî bi heman rêbazê bombebaran kir.

DÊRIK

Balafirrkr bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker du caran li pey hev stasyona petrolê ya li herêma Koçeratê bombebaran kir."

(bb)

ANHA