Dewleta Tirk destwerdana li Sûriyeyê zêde dike û li dijî QSDˊê derdikeve

Di civîneke çapemeniyê ya bi wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz re, wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê îdia kir ku QSDˊê li dijî "ewlehiya Tirkiyeyê" gef e. Çavdêran ev daxuyanî bi binpêkirina serweriya welat û ferzkirina hegemoniya Tirkiyeyê li Sûriyeyê wesif kir.

Dewleta Tirk destwerdana li Sûriyeyê zêde dike û li dijî QSDˊê derdikeve
8 cotmeh, 2025   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di civîneke çapemeniyê de ya bi wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şîbanî re îdia kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî "Ewlehiya Tirkiyeyê" gef e û bang kir ku divê ew ji hevkêşeya siyasî ya Sûriyeyê bê derxistin. Ev xîtab li dijî peymana 10ˊê Adarê ya der barê entegrekirina QSDˊê di saziyên leşkerî yên Sûriyeyê yên siberojê de hat.

Destwerdana wezîrê Tirkiyeyê ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê li dijî başûrê Sûriyeyê jî hat kirin û got, ew naxwaze pirsgirêka Siwêdayê li hemû bajarên başûrê Sûriyeyê dubare bike. Bi vê yekê komkujiyên ku hêzên hikûmeta veguhêz li Siwêdayê di Tîrmeha 2025ˊan de pêk anîne û ku 2 hezar kes hatin kuştin, paşguh kirin.

Li gorî çavdêran, daxuyaniyên Tirkiyeyê destwerdana aşkera li serweriya Sûriyeyê ye. Çavdêran got ew sînorê piştgiriya siyasî derbas dike, peymanên hundirîn ên di navbera hikumeta veguhêz û QSDˊê asteng dike, û hikumeta veguhêz tehrîd dike ku pabendî nêrîna ku Enqere pêşkêş dike be. Ev daxuyanî tevliheviyê zêdetir dikin û li dijî sivîlan xeterî ye.

Wezîrê hikumeta veguhêz Esed El Şîbanî jî serî ji van daxuyaniyan re hejand û gotinên dubare yên li ser yekitiya Sûriyeyê, serweriya wê û qedexeya parçebûnê kirin.

(ac/fr)

ANHA