Danûstandinên Swîsreyê: Libnan mijarek sereke ya neçaserkirî ye

Şîrovekaran diyar kir ku siberoja lihevhatina Amerîka-Îranê dê girêdayî be ka her du alî çiqas dikarin xalên aloz ên nakokiyê çareser bikin, di vê navberê de Libnan dê yek ji wan welatan be ku ji şerê herêmî herî zêde bandor bûye.

Danûstandinên Swîsreyê: Libnan mijarek sereke ya neçaserkirî ye
22 hezîran, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro bal kişand ser encamên gera yekem a danûstandinên Amerîka-Îranê ku li havîngeha Burgenstock li Swîsreyê hatin lidarxistin û wan wekî gavek yekem ber bi çareserkirina pirsgirêkên çaresernekirî yên di navbera her du aliyan de, bi taybetî dosyaya nukleerî û şerê li Libnanê, bi nav kir.

DANÛSTANDIN JI WÊNEÊ GIRÎNGTIR IN

Rojnameya El Xelîc diyar kir ku girîngiya danûstandinan naveroka wê ye, ne ew wêneyên sembolîk ên protokolê ne, her wiha destnîşan kir ku civîna rû bi rû di navbera şandeyên Amerîka û Îranê de piştî rêzecivînên amadekariyê yên ku Qeter û Pakistan beşdar bûn, pêk hat, ku di encamê de lihevkirinek ji bo avakirina komên teknîkî ji bo şopandina bendên lihevhatinê hatin avakirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku serkeftina danûstandinan bi cidîyetîya alîyan û hêza wan a wergerandina agirbesta heyî bo rêkeftinên siyasî yên domdar ve girêdayî ye û diyar kir ku beşdaran geşbîniya xwe li ser îhtîmala bidestxistina pêşketinê li ser mijarên ku di bin nîqaşê de ne, nemaze di derbarê bidawîanîna şerê li Lubnanê de, anîn ziman.

BEYRÛT: QADA SEREKE YA NAKOKIYÊ BI ÎRANÊ RE

Malpera Asas Media diyar kir ku Lubnan yek ji wan welatan e ku dibe di serdema pêş de bibe qada ceribandina sereke ji bo sînorên desthilata Îranê, piştî têgihîştina demkî ya di navbera Tehran û Washingtonê de.

Malperê destnîşan kir ku krîzên aborî û siyasî yên ku Îran pê re rû bi rû ye, dibe ku wê neçar bike xwe bi sermayeyên xwe yên herêmî ve girêbide, di nav wan de di serî de qada Lubnanê.

Rojnameyê nivîsî ku aramiya heyî dibe ku demkî be, ji ber ku nakokiyên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê, mûşekên balîstîk û bandora herêmî berdewam dikin, di heman demê de welatên Kendavê dixwazin dikin ku garantiyên di derbarê ewlehiya herêmî û nedestwerdana di karûbarên navxweyî yên dewletên Ereb de di her rêkeftinek daîmî de werin çesipandin.

(k)