287 roj e Silêman Ehmed bêsûc girtî ye

Rojnamevan Silêman Ehmed 287 roj e bêsûc  ji aliyê PDK’ê ve hatiye ragirtin.

287 roj e Silêman Ehmed bêsûc girtî ye
6 tebax 2024   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin.

Piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de an ku di 29’ê Tîrmehê de Silêman Ehmed, li Dihokê hat dadgehkirin. Dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.  Tevî bangên rojnamevanan û saziyên parastina mafên rojnamevanan ên ji bo serbestberdanê lê 187 roj e Silêman Ehmed girît ye.

Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê hatiye darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû; “Diviyabû ku bi yasaya rojnamevaniyê rojnamevan Silêman Ehmed bihata dadgehkirin, lê bi madeya 1 ya jimara 21 ya sala 2003’yan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi tometa endambûna ‘Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ 3 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn. Runiştina dozê bi awayekî tund hate rêvebirin. Heta destpêkê rê nehat dayîn ku parêzerên Silêman Ehmed beşdarî dozê bibin, di dawiyê de dibin zextan de me karî beşdar bibin.”