COP29 îro dest pê dike
Bi beşdariya serok, wezîr û rayedarên nêzî 200 welatan, Konferansa 29ˈan a Guherîna Avhewayê îro li Azerbaycanê dest pê dike.
Îro li Bakûyê ya paytexta Azerbeycanê, Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) dest pê dike. Serok, wezîr û rayedarên nêzî 200 welatên cîhanê yên endamên Neteweyên Yekbûyî, dê beşdarî konferansê bibin.
Konferans dê heya 22ˈyê Mijdarê dewam bike. Armanca sereke ya konferansê ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û pêşîgirtina li germbûna gerdûnî, lihevkirinek çêbe.
(bb)