Çeteyan jinek û birayê wê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinek û birayê wê revandin.

 Çeteyan jinek û birayê wê revandin
23 cotmeh, 2024   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li gundê Basûtê yê Şêrawayê welatiya bi navê Xunav Xelîl (55) û birayê wê Bengîn Xelîl (30) revandine.

Hate diyarekirin ku Xunav Xelîl beriya 6 salan ji Efrînê koçberî bajarê Helebê bûbû û li ser daxwaza birayê xwe çûbû serdana xizmên xwe yên li gundê Basûtê.

(k)