55 kesên din ji Lubnanê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Şaneya Krîzê ragihand ku 55 kesên din ji Lubnanê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

55 kesên din ji Lubnanê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
23 cotmeh, 2024   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî kar û barên mexdûrên ji Lubnanê hatine, daneyeke nû aşkera kir û da zanîn ku 55 kesên din ji Lubnanê hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi vê daneyê re hejmara kesên ji Lubnanê hatine, gihaştiye 20 hezar û 51’an.

Mexdûrên ku têne herêmê, yan diçin cem xizmên xwe, yan jî li malên xwe bi cih dibin. Lê yên cihekî wan tune be, Rêveberiya Xweser navendan ji wan re dabîn dike.

(şx)

ANHA