Bîlançoya şerê li Rojhilata Navîn; bi hezaran kuştî û birîndar

Ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê bi hezaran kes li Îranê, Lubnanê, Iraqê û Kendavê hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn.

Bîlançoya şerê li Rojhilata Navîn; bi hezaran kuştî û birîndar
17 adar, 2026   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniyên fermî û çavkaniyên meydanî, ji destpêka êrişên Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di 28ˊê Sibatê de bi hezaran kes li hejmarek dewletên herêmê hatine kuştin û birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihandibû ku zêdetirî hezar û 200 kes di nav de jin û zarok hatine kuştin, li gorî texmînên mafên mirovan jî hejmara kuştiyan bûye hezar û 825 kes û zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûne.

Li Îsraîlê jî, di êrişan de 14 kes ji ber mûçekên Îranê hatin kuştin û 2 leşkerên Îsraîlî jî di pevçûnên li başûrê Lubnanê de hatin kuştin.

Li Lubnanê jî, di êrişên Îsraîlê û Hizbullahê de hejmara kuştiyan di nav de zarok û jinan derketiya 886 kesan û zêdetirî hezar kes birîndar bûye û zêdetirî milyonek kes jî koçber û penaber bûye.

Li dewletên Kendavê jî, 28 kes di nav de sivîl û leşkerî hatine kuştin û hejmarek ji hêzên Amerîkayê hatine kuştin.

Li Iraqê jî herî kêm 61 kes di nav de komên çekdar û sivîl hatine kuştin û leşkerên Amerîkayê jî di ketina balafireke leşkerî de mirin.

Li Urdin û Sûriyeyê jî tenê birîndarî çêbûn û nêzî 200 leşkerên Amerîkayê li 7 dewletên herêmê birîndar bûne.

(fr)