Bi dronan êrişî Kuwêtê hat kirin

Artêşa Kuwêtê ragihand ku bi dronan êrişî 3 nuqteyên li ser sînor û rampayeke kolandina petrolê hat kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn û karkerek birîndar bû.

Bi dronan êrişî Kuwêtê hat kirin
12 tîrmeh, 2026   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Kuwêtê daxuyand ku îro bi dronan êrişî 3 nuqteyên sînorî yên li bakurê welêt hat kirin, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Artêş di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re ragihand ku rampaya kolandina deryayî ya Şîrketa Petrolê ya Kuwêtê bi droneke dijber li ava herêmî ya Kuwêtê hat bombebarankirin, di encamê de karkerek birîndar bû.

(fr)