Bersivdayîna DYA’yê û şerê li Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de behsa nakokiya Îran û DYA’yê, bersivdayîna li hember êrişên hêzên girêdayî Îranê ya DYA’yê û aloziya li Lubnanê kir.

Bersivdayîna DYA’yê û şerê li Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne
2 sibat, 2024   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî kar û barên Sûriyeyê rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Pasdarên Îranê efserên xwe ji Sûriyeyê derdixin" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku li hember bersivdayîna muhtemel a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Pasdarên Îranê rayedar û efserên xwe yên payebilind ji Sûriyeyê vedikişîne.

‘DYA LI SÛRIYE Û IRAQÊ AMADEKARIYÊN ÊRIŞEKE PLANKIRÎ DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da bersivdayîna muhtemel a Washingtonê ya li hember kuştina leşkerên wê.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gel ku rêveberiya Joe Biden bersivdayînê dinirxîne, rageşiya siyasî li Washingtonê têkildarî kî berpirsyarê siyasetên Îranê ye, zêde dibe.

Li gorî rojnameyê, ev rageşî bandorê li hilbijartinan dike û nîşan dide dê gereke din a hilbijartinan di navbera Biden û Donald Trump de hebe.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin rayedarên amerîkî ku pêkanîna êrişan li Iraqê û Sûriyeyê li dijî armancên îranî hatiye erêkirin.

‘METIRSIYÊN ŞEREKÎ MUHTEMEL DI NAVBERA HIZBULLAH Û ÎSRAÎLÊ DE’

Der barê aloziya li Lubnanê de tora El Hura diyar kir ku îhtîmal heye şerekî berfireh di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de li Lubnanê rû bide û dê "wêrantir be".

(şx)