Baregehên DYA′yê yên li Sûriye û Iraqê dîsa hatin hedefgirtin

Hat ragihandin ku bi rêya balafirên bê mirov hewl hatiye dayîn ku êrişî baregehên hêzên DYA′yên yên li Eyn Esed û li Tenef a li ser sînorê Iraq-Urdin-Suriyeyê bê kirin, lê êriş hatine bê bandorkirin.

Baregehên DYA′yê yên li Sûriye û Iraqê dîsa hatin hedefgirtin
6 mijdar, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa ′′Baghdadtoday′′ a Iraqê, balafireke bê mirov hewl da êrişî baregeha Eyn Esed a hêzên Amerîkayê ya li rojavayê Iraqê bike, lê balafir ji aliyê pergala parastinê ya Amerîkayê ve hatiye xistin.

Heman ajansê ragihand ku balafirek din a bê mirov hewl da êrişî baregeha leşkerî ya Tenefê ya hêzên Amerîkayê ya li ser sînorê Sûriye, Iraq û Urdinê bike, êriş hatiye bêbandorkirin.

Ji destpêka şerê li Xezayê ve, baregehên DYA′yê yên li Sûriye û Iraqê gelek caran hatine hedefgirtin.