Agirê li gundewarê Til Temirê hat vemirandin

Tîmên awarte, bi piştgiriya şêniyên herêmî, agirê ku li rojavayê Til Temirê derket vemirandin. Agir ji hêla baregehên dewleta Tirk a dagirker, hatin pêxistin û ziyenek mezin li zeviyên çandiniyê bû û gundê El Tûliyê şewitî.

Agirê li gundewarê Til Temirê hat vemirandin
Agirê li gundewarê Til Temirê hat vemirandin
Agirê li gundewarê Til Temirê hat vemirandin
Agirê li gundewarê Til Temirê hat vemirandin
20 hezîran, 2026   19:01
HESEKÊ

Baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên Leylan û El Erîşa, agir berdan firazeyên li gundewarê rojavayê Til Temirê, lê agir li deverê belav bû û gihişt zeviyên çandiniyê û ziyanek mezin li çandiniyê û milkên xelkê bû, her wiha piraniya gundê El Tûliyê şewitî.

Piştî hewldanên çend saetan, tîmên awarte bi piştgiriya şêniyên herêmî û piştgiriya ji bajarên Hesekê û Dirbêsiyê, agir hatin vemirandin.