Bîlançoya nû ya şerê Îsraîl-Hemasê: 9 hezar û 770 kes hatin kuştin

Bîlançoya nû ya şerê Îsraîl-Hemasê: 9 hezar û 770 kes hatin kuştin
5 mijdar, 2023   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bijîşk Eşref El Qedra da zanîn ku ji destpêka şerê li Xezayê ve 9 hezar û 770 welatiyên Filistînî ji wan 4 hezar û 800 zarok hatine kuştin; ji kuştiyan ji sedî 70 jin û zarok in.

El Qedra destnîşan kir ku hîna 2 hezar û 660 windayî di bin kavilan de ne û ji wan hezar û 270 zarok in.

El Qedra li ser navê wezaretê bang li hemû aliyan kir ku rêyeke ewle û mirovî ji bo derbaskirina alîkariyan di serî de sotemenî vekin.

(mh)